kurdî

Dengdana di helbijartina bajarî di 21-ê Novemberê!

Kopenhagek ji bo gelekan – ne kêman

Enhedslisten ji bo bajarê Kopenhagek bidadtir, kesktir û demokratîktir dixebite.

Qet giring nîne ku hûn çiqas dewlemendin, hûn li kû dijîn an bawer we çî ye, hûn beşek ji civakê ne û dibe ku we jiyanek baş hebe. Civaka me demekê geş dibe ku her kes beşdar be û cûdahî alîkarî dike ku Kopenhag bibe bajarekî çêtir ji bo jiyanê. Enhedslisten li dijî nijadperestiya ku em di gelek cihan di civaka Danîmarka de dibînin, pêngava radike.

Werin em bihevre dijî stresê bixebitin

Enhedslisten dixwaza demjimêrên şolê yê kêmtir ji bo herkesî û belavkirina bêtir a karî dike. Em dixwazin ji bo kesên ku nexweş an bêkarin, rewşek ewle çêbikin. Kopenhag yek ji şaredariyên herî xirab e ji bo nexweşan an kesên ku xizmetên civakî distînin û hewce ye ew rewşe were guhertin. Em pêbaweriyê dişopînin ne kontrol kirinê.

Çêkirina cihek ji bo lîstikê

Enhedslisten dixwaze derfetên wekhev ji bo hemû zarokan dike. Em dixwaza dibistanên baş ji bo zarokan di hemî beşên Kopenhagê û mamosteyên zêdetir di baxçeyê zarokan û hemşîrgehên xwe dikin. Herweha Enhedslisten dijî belengaziya zarokan dixebite û hewl dide ku piştrast be daku xizmetê hûrgelî ji bo hemî zarokan werin pêşkêş kirin.

Kontrol a bazara avahiyan

Enhedslisten çêkirina avahiyên erzan û bi kalîteya bilind ji bo malbatên piçûk û mezin, ciwan û kalan piştrast dike. Hevdem em dixebitin ku hebûna parkan û qada kesk li her cihê bajêrî piştrast bikin, û bêguman em Amager Fælled biparêzin.

Kopenhaga kesk

Enhedslisten dixebit ku hêlên dûçerxe ajotin û veguhastina gelemperî a baştir ava bike. Qet nabe bo veguhestina hêsantir li Kopenhag hebûna erebeyê pêwîst be. Bêguman qirêja bi sedema erebeyê her salê dibe sedema winda bûna jiyana bi hezaran hemwelatiyên Kopenhagê.

Di helbijartina 21-ê Novemberê dengê xwe bigehîne guhê desthilatdaran

Tevî ku hûn hemwelatiyê danîmarka yê jî nebin, hûn dikarin di hilbijartinên şaredariyê de deng bidin. Ev hilbijartine ji hilbijartina neteweyî cuda ye. Ji bo ku hûn bikaribin dengdanê xwe bibin, divê hûn:

– Herîkêm 18 salî bin

– Navnîşanek we ya neguher di Danîmarka (di bajarê ku hûn dixwazin dengê xwe bidin) da hebe.

– Herîkêm sê salan di Danîmarkayê de jiyabin. an hemwelatiyê yek ji welatên din ê Yekîtiya Ewrûpa, Norwêc an jî Îseland a bibin.

Piraniya kesan dê bi rêya posteyê karteka dengdanê bidest bînin, ku we ji navnîşana cihê dengdana we agadar dike. Eger tevî ku hûn xwedî mercê dengdanêne we karteka dengdanê bidest neaniye, hûn dikarin di Borgerservice a şaredariyê de kartekî bistînin.